12:22:26
Rojava News: Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî ragihand, Hêzên Pêşmerge dê li wan deverên bimînin, ku di operasyona îro de rizgar kirine û ji wan deveran venakişin.
Mesrûr Barzanî îro li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo agahdarbûn ji rewşa eniyên şer û çawaniya birêveçûna operasyona kontrolkirina Mûsilê, serdana Mêhwera Xazirê kir.
Mesrûr Barzanî li Mêhwera Xazir di daxuyaniyekê de ragihand: “Ew deverên ku Pêşmerge îro rizgar kirine, dê di dest Pêşmerge de bimînin.”
Barzanî herwiha tekez kir: “Di pêşerojê de em dê bighîjin rêkevtinekê li gel Bexdayê û li kîjan cihê pêwîstî hebe, em dê bimînin.”
Ji aliyekê din ve Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê li ser hesaba xwe ya Twitterê pîrozbayiya serkevtinên îro li Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê kir.
Mesrûr Barzanî got: “Ez pîrozbayiyê li pêşmergeyên me û Hêzên Asayişê yên Iraqê dikim bo serkevtinên îro yên li rojhilat û başûrê Mûsilê, ku me nêzîkî bazneyên bajêr dike.”