Rojava News: Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Kobanî ragihand ku, şervanên Kurd bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge Kaşê Miştenûrê kontrol kirin.
Li agahiyên hatine wergirtin; Şevê din, Hêzên Pêşmerge û balafirên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li çeperên DAIŞê li Miştenûrê dan, şervanên Kurd jî li ser erdê pêşve çûn û niha Kaşê Miştenûrê di destê hêzên kurdî de ye.”
Çekdarên DAIŞê ziyanek mezin dîtin, lê heta niha hejmara ziyanên wan nehatiye xuyakirin lê Şervanên Kurd û Hêzên Pêşmerge ti ziyanên canî nedîtine.