11:22:54
Rojava News: DAIŞ bi hawinan dixwaze rê li pêşveçûna Hêzên Pêşmerge bigire, lê belê Hêzên Pêşmerge li ser pêşketinên xwe berdewam in û gihîştine 3 kîlometriya navenda Başîkê.
Hêzên Pêşmerge derbarê hêza DAIŞê di nav Başîkê de zanyarî hene û DAIŞ di nav Başîkê de heta niha bergiriyê dike û şerekî giran derketiye.
Herweha hêzên peşmergeyan 3 kîlometreyan nêzîkî Başîkê bûne û tenê 3 kîlometreyan ji navenda bajêr dûrin û nêzîkî cadeya sereke ya bajarê Başîkê ne.
Îro pênşemî 20ê Cotmehê û di saetên serê sibehî de, Hêzên Pêşmerge li 4 mêhwerên Naweran, Başîk, Tilsiqof û Bendava Mûsilê êrişî operasyonek mezin li dijî çekdarên DAIŞê dan destpêkirina.
Îro çaremîn roja destpêkirina operasyona kontrolkirina Mûsilê ye.