Print this page

Barzanî digel supasalarê Îraqê da kombû

12:07:03

 

Rojava News: Serokê herêma Kurdistanê îro pêşwazî li supasalarê Îraqê kir.

Mesûd Barzanî, serokê herêma Kurdistanê û ferîqê yekê Osman Xanimî, supasalarê Îraqê di hevîtinekê da behsa proseya azadkirina Mûsilê kir û herwesa pesna rolê hêzên pêşmerge û supayê Îraqê hat kirin.

Barzanî û Xanimî divê hevdîtinê da hemahengîya hêzên pêşmerge û supayê Îraqê di proseya rizgarkirina Mûsilê da bilind nirxand û dupat li berdewamîya wê hemahengîyê kir.