Print this page

Berpirsê eniya Naweran: Îro kanalek bo nav Mûsilê tê vekirin

12:22:42

 

Rojava News: Fermandeyê Pêşmerge û berpirsê eniya Naweran, Behram Doskî ragihand, hêzên Pêşmerge dê heta nêzîkî bajarê Mûsilê pêşde biçe û dê îro kanalek ber bi nav bajêr were vekirin.

Êriş û pêşveçûna hêzên Pêşmerge li sê aliyan de ber bi Mûsilê ve didomin.

Berpirsê eniya Naweran a Mûsilê, Behram Doskî derheqê rewşa dawî ya şerê azadkirina Mûsilê de got, êriş û operasyona Pêşmerge li eniyên Naweran, Başîk û Til Siqofê didome. Tevahiya êrişên Pêşmerge di bin fermandehiya fermandeyê giştî yê hêzên Kurdistanê Mesûd Barzanî de tên kirin û nexşeya ku heta niha bo Pêşmerge hatiye danîn, bi serkeftî bicîh hatiye.

Behram Doskî her wiha got, em li benda lêdana zengila serkeftina yekcarî li her sê eniyên şer ne.

Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku Pêşmerge tevahiya dever û navçeyên derdora Mûsilê rizgar dike û û li her aliyekî de kanalekî bo nav bajêr vedike.