Print this page

Artêşa Tirkiyê : 160 çekdarên YPGê di encamê êrişê de hatine kuştin

2:33:09 PM

RojavaNews: Artêşa Tirk, da xuyakirin, îro ber destê sibê, firokeyên şer yên Tirkiyê li devera Mari'ê nêzîkî gundê Um El-Huş 18 sengerên çekdarên YPGê bombebaran kirine.

Artêş Tirkiyê ragihand jî, di êrişê de, 9 avahî, otombêleke zirxî û 4 otombêlên din hatine armanckirin û tê texmînkirin, nezîkî 160 çekdarên YPGê di encamê êrişê de hatine kuştin. 

Her wiha Artêşa Tirk ragihand, di 58'emîn roja Operasyona Mertala Feradê de, endamekî Artêşa Azad ya dijbereya Sûriye hatiye kuştin, 1 din jî birîndar bûye.

Artêş Tirkiyê aşkere kir ku, bi giştî hezar û 260 k.m xak hatiye kontrolkirin.