RojavaNews-Kobanê:Piştî derbasbûna karwanê 3 ji hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di nava bajarê Kobanî de , Fermandeyekê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li bajarê Kobanî ragihand ku , îro pêşmergeyek li Kobanî şehîd bû.
Fermanderê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Emîd Diham Gergerî ji bo RojavaNews ragihand ku di dema ew Pêşmergeyê bi navê Zêrevan Ekrem Mizûrî ku xelkê devera Barzan e di dema mijûlî karê xwe bû fîşek lê ket û şehîd bû .
Emîd Diham Gergerî got îro,20/1/2015 se’et 3 : 45 bi dema Kobanî piştî nîro pêşmerge Zêrevan Ekrem Ebdulmecîd Mizûrî bi fîşekekî birîndarbû û hate veguhestin ji bo nexweşxaneya Kobanî ya meydanî û li wir hat demankirin heta erêkirina hikomata Turkiyê hat ji bo veguhêzên nexweşxaneya Sirûcê .
Gergerî serbarkir û got ku piştî ew pêşmerge hat veguhestin jib o nexweşxaneya Sirûcê , ew hat veguhestin jib o nexweşxaneya Orfa , lê ew pêşmerge di rêde jiyana xwe ji dest da û şehîd bû .
hêjayê gotinê ye ku di 15ê vê mehê, sêyemîn karwanê Pêşmerge derbasî Kobanî bibû.
Rêzan Osman