4:44:29 PM
RojavaNews: Serok Barzanî ragihand ku ti demekî xelkê bajarê Kerkûk û gelê Kurdistanê rê nadin Kerkûk û Kurdistan bibê bingeheke terorîstan.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro sêşemiyê (25.10.2016) li Selahedîn pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewrupayê (YE) li Iraqê Patrick Simonnet kir.
Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya serokatiya herêmê, di hevdîtinê de Balyozê YEyê li Iraqê, derbarê biryar û nêrîna YEyê ya li ser operasyona azadkirina Musilê de agahî dane Barzanî û tekez kir ku welatên YEyê pişrgiriyê didin Hêzên Pêşmerge.
Patrick Simonnet diyar kir ku YE bi girîngî temaşe peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê dike û asta nûnerayetiya xwe li Herêma Kurdistanê bilind kiriye.
Di hevdîtinê de gumanên YEyê yên li ser qonaxa piştî DAIŞê û pêwîstiya hebûna plana siyasî ya ji bo Musilê guftûgo kirin.
Serok Barzanî tekezî li parastina tevahî pêkhateyan û bi taybetî jî ya êzîdî û mesîhiyên parêzgeha Nînowa kir.
Derbarê êrîşa roja înê ya li ser bajarê Kerkûkê jî, Serokê Herêma Kurdistanê spasî li xelkê Kerkûk û saziyên ewlekariyê kir û ragihand ku ti caran xelkê bajarê Kerkûk û gelê Kurdistanê rê nadin Kerkûk û Kurdistan bibê bingeheke terorîstan.
Di hevdîtinê de herwiha peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û rewşa siyasî ya navçeyê jî hatine gotûbêjkirin.