Print this page

Çekdarên PYD Endamekî PDK-S revandin

3:05:42 PM

RojavaNews: Duh roja Sêşemê 25 . 10 . 2016 Çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqratîk PYDê Endamekî Partiya Demuqrata Kurdistan Sûriyê ji gundê Şêtika  yê bi ser devara Aliyan ve revandin.

Li gor agahiyan ku duh Çekdarên PYD Endamek PDK-S yê bi navê Ridwan Ibrahîm Mehmûd dema dixwest Şagirtan bibe dibistana gundê Dêrûna Axê revandin, û otombîla wî li gundê Meşoqê hat dîtin û ta niha çarenivîsa wî ne diyare.

Duh çekdarên PYD Mehmûd Hewas Beşar li derghê sêmalka dema dixwest ku serdana Rojavayê Kurdistanê bike girtin.