3:06:37 PM
RojavaNews: Çalakvana Kurda Êzdî Nadya Murad “Xelata Azadî û Ramanê ya Saxarova wergirt.
Parlamentoya Ewropayê “Xelata Azadî û Ramanê ya Saxarova” îsal da keça kurda êzdî Nadya Murad û Lemiya Beşar ku ji destê DAIŞê hatibûn rizgarkirin.
Serokê Parlamentoya Martin Schulz got: “Nadiya Murad û Lemiya Beşar layiqê wê xelatê ne.”
Martin Schulz herwiha got, DAIŞê li hemberî kurdên êzidî nîjadkujî kiriye.
Nadiye Murad ew keça Kurda Êzidî ye ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû girtin û destdirêjî lê hatibû kirin.
Nadia Mûrad ku weke Balyoza Dilpak a Neteweyên Yekgirtî hatibû hilbijartin di sala 2014an de li gel Lamiya Beşer, nêzîkî Şengalê ji destên DAIŞê rizgar bibûn,DAIŞê li gundê Koço yê Mûrad û Beşarê qetlîam pêk anîbûn.