11:36:09
Rojava News: Li Iraqê nahyeya Geyara ya ku dikeve başurê Mûsilê ji aliyê rêxistina terorîst ya DAIŞ ve boriyê petrolê hatine agirdadan û ev yek jî metirsiyeke cidî li ser jiyana medeniyan dide ava kirin. Berî ku artêşa Iraqê li 24ê tebaxa 2016 de navenda nahiya Geyara ji çekdarên DAIŞê bigre, ew boriya petrolê ku DAIŞê agir berdanê hîn jî bi temamî nehatiye vemirandin. Ji ber sedema dumana petrola xam ku agir berdanê, hewayê qirêj dike û hem niştecihên nahiyê hem jî zindiyên din yên wêderê di milê tendurustî de rewşa wan berbi xirab bunê ve diçe. Bandora neyînî ya wê dumanê bi rengekî bê parastin li ser zarokên ku li kolanan leyîstokan dikin xuya dike.
Mihemed Yusuf ku yek ji wan zarokêne li wê ekîba ku agirê buriya petrolê ditefînin temaşe dike dibêje:’’ ev şewat bi rengekî pir xerab qirika me rêşand. Min destpêkê şahî fêm kir lê ana di milê nefes kişandinê de jî pir zehmetî dikêşim’’.
Yusuf ku mala wan 100 metre ji boriya petrolê dure dibêje,’’ dema ku pevçûn di nav bera DAIŞê û artêşa Iraqê de gurtir bu, ,ev agir derket. Me mala xwe ber neda û dinava vê agirê de jiyana xwe berdewam dikin.’’
Zarokekî din ku mala wan jî nêzî boriya teqyayî ye destê xweyê reşbuyî û ruyê xwe dide nîşandin û dibêje, ‘’ halê me eve. Tu tevdîrekî ku malbata ji bo me bigre nine. Em li bendê ne ku ev agire vemire.’’
Ji ber ku DAIŞê newaşxaneyên wê nahiyayê hilweşandine, medeniyên ku ji ber wê dumanê jehrî û bandor dibin derfeta wan ya derman kirinê tune ye. Navenda hukumeta Iraqê ji bo demekî kilînikeke piçûk vekirine, ew leşkerên ku ji ber pevçunan birîndar dibin û carnan jî medeniyên ku ji ber dumanê bandor dibin derman dikin.
Bijîşkekî bi navê Sedam Afîf ku li kilînîka Geyara de erk dike dibêje, ‘’ ev boriya petrolê ku DAIŞê şewitandi ye, ji 120 rojî zêdetire û li ser 100î mirovên medenî nexwaş ketine. Ji bo derman kirina van nexwaşan jî di destê mede qasî pêwîst derman nîne. Ger hebe jî, ji ber ku ev agir dewam dike dîsa jî nexwaşî dubare dibin.’’
Ev dumana bi hêz li ser ajalên wêderê jî bandoreke neyînî dide ava kirin.
Ekîbeke taybet ku ji aliyê hikumeta Iraqê ve ji bo tefandina agir ji nahiyê re hatiye şandin, bi qumê tije dikin û hewl didin bitefînin.