12:08:20
Rojava News: li bajarê Dêrikê, avahî bi rengekî berfireh bi rê ve diçe, û avahiyên bajêr bi nerxên bilind têne firotin, û diyar e ku gelek sedemên vê bilindbûnê hene.
Bajarê Dêrikê yek ji bajarên deverê ye, ku aramî lê peyda dibe, û gelek xelk ji deverên din xwe lê girtine û bi cî bûne, ev yek li gorî nerîna "Ebdilrehman Temer" xwediyê bîroya firotina avahiyan, dibe sedemeke sereke bo bilindbûna nerxên avahiyan li bajêr, Temer di berdewamiya axaftina xwe de ji ejensa Qasyûn re diyar kir ku, di dema dawî de hin alozî di avakirinê de çêdibin, mîna ne peydabûna pêdiviyên avakirinê herweha, kêmbûna karkeran.
Nerînên xwediyên bîroyên avahiyan cuda ne, "Ehmed Tahir" jî di firotina avahiyan de kar dike, ji me re axivî û got: "nerxên firotina avahiyan ne bilind in û gelekî normal in, lê jiber ku xelkên deverê di rewşeke aloz de dijîn, dibînin ku avahî buha ne", herweha, Tahir dibîne ku, ev xelkên perîşan, tevgera bazaran ya kirîn û firotinê dirawestînin.
Gazindên xelkên bajarê Dêrikê ji bilindbûna nerxên avahiyan hene, hin ji wan dibêjin ku ne her kes mûçeyên xwe bi dolar distînin û dikarin van nerxên bilind bo kirîn yan kirêkirna xaniyan bidin.