6:42:15 PM
RojavaNews: Li ser nakokiyekê di navbear gundiyên gundekî devera aliyan û hejmareke Erebên xemer de çekdarên PYD êrîşî wî gundî kirin û hejmareke welatî girtin di nav wan de sê jin jî hene.
Çavkaniyekî ji malbata Hisên Himkê yê gundê Tokil yê devera aliyan ya rojavayê kurdistanê ragehand ku ev çend rojin ew dixwazin zeviyên xwe yên ku di demê rêjêma Esed de di bin destê Erebên xemer dabû û bi rêkeftinekî di navbera wan û PYD de zeviyên xwe ji Ereban vegerandibûn bi çînin nakokî di navbera wan û Erebên xemer de careke din çêbûn.
Wê çavkaniya herweha da zanîn tevî ku ew bi asayşa PYd re beriya çend salan rêkeftibûn ku ewê zeviyên xwe biçînin lê ew matmayî man ku asayşa PYD bi Erebên xemer re hatin daku zeviyan bçînin û piştî ku welatyên gund nerazîbûna xwe dan xuyakirin çekdarên PYD gule bi ser wan de avîtin û heft welatî girtin ku di nav wan de sê jin hebûn..
Çavkanya arkê ko nexwest navî wî were ragehandin gut welatyên girtî navên wan evin Aliye Mişo ya 46 salî , reqiye Mihemd ya 40 salî , Nahîde Hesen , Ebid alrûf Hesen , Mihmed xîr Hesen û Hogir Hesen û heta niha çarenvîsa wan nediyare.