Print this page

Obama li dijî DAİŞê daxwaza bikaranîna hêzên bejayî kir

Rojava News: Serokê Amerîkayê Barack Obama soz da ku Amerîka û hevpeymanên wê  vê li dijî rêxistina DAIŞê de biserkevin. Herwiha xwest ku Kongreyê rê bide hêzên bejayî jî di wî şerî de bên bikaranîn.



Barack Obama di gotara xwe ya Yekîtiya Niştimanî ya salan de li Kongreyê ragihand: “Amerîka û hevpeymanên wê pêşveçûnên çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê rawestandine. Ez soz didim ku emê di şerê li dijî rêxistina DAIŞê de biserkevin.”

Serokê Amerîkayê herwiha ji Kongreyê xwest ku rê bide ku hêzên bejayî li dijî wê rêxistinê bên bikaranîn.


Obama wiha got: “Amerîka hîn piştgiriyeke berdewam dide hêzên lîbral ên dijbereya Sûriyê bi armanca têkbirina DAIŞê.”

Li gor nuça ser newyorktimesê ji ber metirsiya DAİŞê Emrîka û Hevpeymanên wê li ser mana Esad erenî difikirin. Ji ber ku DAİŞê metirsiyeke mezine j b o herem û cîhanê tê dîtin.

 

Wek tê zanîn frokê şer yê Emrîka û hevpeymaniyê  heta niha li artêşa  rejima Suriye nedane, û şervanên tên perverdekirin jî li himber şerê DAİŞê tên amadekirin.