09:40:58
Rojava News: Doh 29 Cotmehê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek hevxemiyê arasteyî malbata helbestvanê navdar ê Kurd Mam Hêdî û tememî civata rewşenbîrên Kurdistanê kir.
Di peyama Barzanî de hatiye: “Mam Hêdî helbestavanekî mezin, têkoşer, şoreşgêr, bi bawer û helwêst bû, jiyana xwe jibo doza rewa ya gelê xwe û serkeftina xebata kurdayetî derbas kir jibo vê doze gelek penaberî û êş dît.”
Deqê Peyamê:
Bi navê Xweda yê mezin û dilovan
Jibo malabata helbestvanê mezin yê gelê me xweda wî efbû bike Xalidî Husamî (Mam Hêdî)
Bi xemegîniyek mezin min nûçeya koça dawî ya helbestvanê mezin yê gelê me Xalidî Husamî (Mam Hêdî) bihîst, Mam Hêdî helbestavanekî mezin, têkoşer, şoreşgêr, bi bawer û helwêst bû, jiyana xwe jibo doza rewa ya gelê xwe û serkeftina xebata kurdayetî derbas kir jibo vê doze gelek penaberî û êş dît.
Mam Hêdî nimûneya dilsozî û niştimanperweriyê bû, ti sînor jibo xebata neteweyî nas nedikir, lewma welatparêz û şoreşgêran bi çavê rêzê li wî dinerîn û yek ji wan kesên ku li cem cenabê Barzanî yê nemir cihê rêz û hurmetê bû.
Ji destdana Mam Hêdî xesaretekî mezin bû jibo gelê me û wêje û ferhenga Kurdî, bi wefata Mam Hêdî em serxweşiyê li xwe, malbata rehmetî û xizmên wî û temamî edîb, nûser û helbestvanên Kurdistanê dikin û em xwe bi xwediyê wê serxweşiyê dinasin û beşdarî vê xemê dibin.
Silav li cane pîroz yê Mam Hêdî be ji Xweda yê mezin dixwazin cihê wî behest rengîn be û aramiyê bi me hemiyan bibexşîne
Ina llah û ina îleyî raciûn
Mesûd Barzanî
29.10.2016