09:52:47
Rojava News: Şêwirmendê Ragihandinê yê Serokê Parlementoya Herêma kurdistanê Tariq Cewher ragihand ku referandûma pêkanîna mafê çarenûsê divê bi hevahengî û gotûbêjên bi Bexdayê re pêk werin û ew mijar jî dê piştî rizgarkirina Mûsilê bên gotûbêjkirin.
Cewher teqez kir ku "Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê ye û piraniya sazî û partiyên Kurdistanî vî tiştî fêm dikin lewra, dê mesele piştî rizgarkirina Mûsilê bê gotûbêjkirin.
Şêwirmendê Ragihandinê yê Serokê Parlementoya Herêma kurdistanê îro bi Spûtnîkê re axivî û diyar kir, "di vê mijarê de tecrubeyên wek ên Kurdistanê hene ku Skotlenda ya dawî bû ji wan tecrubeyan li gel ku gelê wê nexwest ji Brîtanyayê veqete."
Herwiya Cewher bangî siyasetmedarên iraqî kir ku viyana gelê kurd fêm bikin û qebûl bikin û wiha pê de çû: "Berê axiftina derbarê vê mijarê de dijwar bû û nedihat qebûlkirin lê piştî van rûdanên ku van salên dawî hatin serê Iraqê, rewş guherî. Êdî bû ferz li ser siyasetmedarên iraqî, çi şîî û çi sunî, ku siberoja Iraqê û tehdîdên li ser yekîtiya wê berçav bikin”
Rayedarê kurd derbarê têkiliyên Bexda û Hewlêrê de jî axivî û wiha got: "Pêdivî heye ku têkliyên Bexda û Hewlêrê ji nû ve werin sazkirin bi awayekî ku serxwebûn tê de giran be. Wek mînak, pêkanîna konfederalîzmê di navbera herêmê û beşên din ên Iraqê de lê eger me li hev nekir, rêyek dimîne, ew jî pêkanîna referandûmê ye. Ji xwe me di sala 2006an de, referandûmeke ne fermî di dema hilbijartinan de pêk anî û encam 98% ji dengderan deng dabû serxwebûnê.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihandibû ku piştî rizgarkirina Mûsilê ew ê bi Bexdayê re dest bi hevdîtinên sexwebûnê bikin. Herwiha Nêçîrvan Barzanî derbarê awayê bidestxistina serxwebûnê de jî wiha axivîbû: "Piştî rizgarkirina Mûsilê, em ê di cih de bi hevparên xwe yên li Bexdayê re serxwebûnê gotûbêj bikin. Piştî sala 2003an me bawer dikir ku dê Iraqeke nû û demokrat çêbibe lê ev bi ser neket."
Barzanî axiftina xwe wiha jî gotibû: "Li vir, em ne ereb in lê neteweya me kurd e û divê cîhana navdewletî bi awayekî realîst li vî tiştî binere. Ne Artêşa Iraqê û ne jî polîsên iraqî li nik me tine ne, rojekê dê referandûm pêk were ta ku gel biryarê bide".
Ji aliyê din ve, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî meha Sibata Îsal ragihandibû ku ew ê referandûmê pêk bînin ta ku serxwebûna herêmê ragihînin.