Print this page

Li Helebê taxa Şêxmeqsûdê 2 welatiyê sivîl birîndar bûn!

10:15:40

 

Rojava News: Li taxa Şêxmeqsûd ji ber êrîşên grûpên terorîstê tundrewê îslamî du hemwelatiyên sivîl birîndar bûn.

Grûpên tundrewê terorîst K ji taxa Bustan Paşa ya dikeve rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê êrîşên xwe li dijî welatiyên sivîl ên Şêxmeqsûd dewam dikin.

Grûpên tundrew doh di saetên nîvro de bi çekên doçka yê  êrîş kirin.

Di encamê de du welatiyên sivîl birîndar bûn.

Yek ji birîndaran Mihemed Bîlal ê 32 salî ye û yê din heta niha tu agahî derbarê wî de nehatine bidestxistin.