10:08:18 PM
RojavaNews: Li ser bang û bersiva biryara sikirtariya giştî ya ENKSê ya ji bo piştgiriya serkirde û kadiroyên ENKSê yên revandî û girtî di girtîgehên PYDê de, û herwiha wek wefadarî ji xebat û rola wan girtiyan ya mezin di tekoşîn û xebatê de ji bo doza gelê kurd li dijî siyaset û kiryarên rijêma Esed ya toximperês de, û ji bo redkirina siyasetên PYDê û çekdarên wê yên bi revandin û girtina çalakvanên siyasî û rojnamevan û nivîskar û ciwanan û xirabkirina rewşa gelê kurd yê hejar û bindest, Nûnertiya ENKSê Xwecihiya wê li Siwêd revenda kurd li Siwêd bangihîşt dike ji bo tevlîbûna xwepêşandana li Stikholimê, di roja şembiyê bê de li rêkeftî 5/11/2016 z, herçende ku hêjî PYDê berdewam e li ser heman siyastên xwe yên serkutkirin û tepeserkirina gelê kurd yê xweragir li ser axa welatê xwe, ku dîtir aşkeraye û herkes dizane ku PYDê van siyasetan bikar tîne bi armanca valakirina navçeyên kurdan ji gelê kurd û pêkanîna guhertina demografîk ya navçeyên kurdan, ku bi wirde û endezayî siyaseta koçbarkirina neçarî ya gelê kurd bikar tîne ji bo berjewendiya ajendeyên herêmî yên dijminên gelê kurd, ku zêdekirina sepandina bêşe û baceyan dumahîk kiryarên PYDê bûn yên li dijî gelê meyê xweragir li ser axa welat, û herwiha pêkanîna serjimêriya navçeyên kurdan wek dirêjîpêdan û timamkirina pirojeyê serjimêriya awarte yê bednav li parêzgeha Cizîrê li ser destê Mihemed Teleb Hilal di sala 1962 an de.
Em di nûnertiya ENKSê û di xwecihiya Siwê de, û ji bo bidawîkirina van siyasetên yên berovajî berjewndiya doza gelê me û nemaze derbarê zêdebûna diyardeya revandinê ya zêdebûye ji bêhtir ji sê heyvan ve, em bang li raya giştî û nemaze li raya giştî ya Ewropa û herwiha bang li rêxistinên navdewletî yên taybet bi mafên mirov dikin, ji bo xistina fişaran li ser PYDê û çekdarên wê ji bo bidawîkirina siyasetên xwe yên cewt û nerewa.
Cihê xwepêşandanê
Sergelstorg
Stockholm
Nûnertiya ENKSê li Siwêd
Xwecihiya Siwêd