Rojava News: Hêzên Pêşmerge li bakurê rojavayê Mûsilê dest bi operasyoneke berfirek kirin, ew jî bi mebesta alîkariya artêşa Iraqê di kontrolkirina wî bajêrî de.
Li gorî agahiyan balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li wê deverê didin û Hêzên Pêşmerge pêşve diçin.
Herwiha Hêzên Pêşmerge bi çekên giran li çeper û navendên DAIŞê dide.
Tê zanîn ku rêxistina DAIŞê ji havîna par de bajarê Mûsilê û derdora wê xistiye destê xwe de.