10:58:38
Rojava News: Fermandeyiya Giştî ya Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê derbarê operasyona Mûsilê de daxuyaniyek belav kir.
Fermandeyiya Giştî ya Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê îro yekşemî 30ê Cotmeha 2016 derbarê du hefteyên destpêkê yên operasyona Mûsilê de daxuyaniyek weşand û tê de ragihand: “Di heyama du hefteyên borî de hêzên pêşmerge bi piştevaniya firokeyên hevpeymanan derbên mezin û cergbir li çekdarên DAIŞê dane.”
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Hêzên Pêşmerge bi dehan çekdarên DAIŞê kuştine û herî kêm 50 otomobîlên bombekirî teqandine.”
Herwiha ji destpêka operasyona kontrolkirina Mûsilê ve, “800 bombeyên çandî li eniyên şer” ji aliyê tîmên teknîkî yên Hêza Pêşmerge ve hatine pûçkirin
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin, ku ji destpêka operasyona Mûsilê zêdetirî 7 hezar kes awareyê Heêrma Kurdistanê bûne.
Li gorî Fermandeyiya Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê, di wan du hefteyên destpêkê yên operasyona Mûsilê de, “Hêzên Pêşmerge zêdetirî 500 km çar goşe ax û 26 gund” ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirine.