11:37:48
Rojava News: Li gundekî bajarê Pîranşarê yê Kurdistana Rojhilat, ji ber firtone û bayê tund welatiyek mir û yek jî birîndar bû.
Duh bi şev, li gundê Sîlwe yê Pîranşarê baran û bayekî tund hat û di encamê de banê xaniyê gundiyekî hilweşiya.
Di wê bûyerê de, jina malê mir û hevjînê wê jî birîndar bû. Welatiyê birîndar rakirin nexweşxaneya Ormiyê.