Print this page

Li derdora gundê Til Temirê êrîşa terorîstan bertaraf bû

 

Rojava News: Terorîstên Dewleta îslmaî yên duh bi şev hewl dan êrîşî gundê Rugoba yê Til Temirê bidin û di encama bersiva tund a şervanên Kurd windahiyên giran dan û berûpaş vegeriyan.

 

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên teybet me bidest xistine; Teröristê dewleta İslamî  DAIŞ’ê duh şev ketin tevgere kê ji bo  derbasî gundê Rugoba yê di navbera bajarê Til Temirê û Hesekê de ye, bibin û rastî bersiva tund ya şervanên Kurd hatin.

 

Di navbera Şervanên Kurd û rêxistina terörîstî dewleta İslamî de şer û pevçûnên dijwar rû dan. Di encama pevçûnên de gelek çete hatin kuştin.

 

Lê heta niha der barê hejmara kuştî û birîndarên terörîstê dewleta îslamî de agahiye ke zelal nehatiye wergirtin.

Piştî  derbeya ku xwer DAİŞ ji gund vekişiya.