Print this page

Bi sedan koçberên Mûsilê xwe avêtine ber bextê Pêşmerge

11:33:48

 

Rojava News: Bi destpêkirina şerê azadkirina Mûsilê re, bi sedan welatiyên xelkê gund û bajarokên Mûsilê xwe avêtine ber bextê Pêşmerge.

Piştî ku bi dehan gund, bajarok û bajarên parêzgeha Mûsilê ji aliyê Pêşmerge û artêşa Iraqê ve hatin rizgarkirin, bi dehan malbatên wan deveran xwe avêtine ber bextê hêzê Pêşmerge.

Berpirsê kampa Zêlkan a nêzîkî Mûsilê, Şivan Şêx Mihemed Tofîq ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, di heyama çend rojên borî de 147 malbat ku ji 735 kesan pêk hatine, derbasî deverên di bin destê Pêşmerge de bûne û me jî li kampa Zêlkanê de bicîh kirine.

Şivan Şêx Mihemed Tofîq her wiha gotiye, her roj xelkê koçber tên ba me û em jî wan li kampê de bicîh dikin.

Li gorî agahiyên wî rayedarê Kurdistanê, 500 kesên din jî derbasî deverên di bin destê Pêşmerge de bûne, ew jî dê piştî tedbîrên ewlehî û tenduristiyê derbasî kampê bên kirin.