Print this page

PDKê li ser girtina hevserok û parlamenterên HDPê helwest nîşan da!

10:22:41

 

Rojava News: Firakisyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê diyar kir ku desteserkirina parlamenterên HDPê xizmeta pêvajoya demokrasiyê nake.

Firakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê derbarê girtina hevserok û parlamenterên HDPê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand: “Girtin û desteserkirina hevserokên Partiya Dêmokratîk a Gelan û perlemantarên ser bi wê partiyê ve cihê dilgiraniyê ye. Reftarên wiha bi ti awayî xizimeta pêvajoya dêmokrasiyê nakin û di heman demê de, şer û pevçûn û hevdûqebûlnekirin xizimeta pêkvejiyanê nake.”

Di berdewama daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku di rewşeka weke îro de ku li Rojhilata Navîn alozî û şer heye, ji Tirkiye û desthilatdariya wê tê xwestin aşitî û dêmokrasiyê serdest bike.

Firakisyona PDKê di daxuyaniya xwe de wiha aniye ziman: “Em di wê hêviyê de ne ku her çi zûtir pirsgirêk bên çareserkirin û rêya aşitiyê dewsa rêyên tundî û hevqebûlnekirinê bigre.”