Print this page

Pêşmerge çend navçeyên girîng azad kir

Rojava News: Piştî ku Hêzên Pêşmerge îro sibehê li sînorê Bemdava Mûsilê êrişeke berfireh birin ser çeperên DAIŞê, gellek gund û navçeyên girîng hatin rizgarkirin û Fermandarê Hêzên Bejayî yê DAIŞê hat kuştin.

Berpirsê Liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Îsmet Receb ragihand: “Hêzên Pêşmerge heta niha çendîn gund û navçeyên girîng li rojavayê Mûsilê rizgar kirin, ji wan gundan jî, Keric, Til Zeheb, Cemrûd, Hesen Celad û dûriyna Tenioyê û ya Kefric û Xerab Beyit û navçeya Askê.”

Îsmet Receb wiha got: “Her di êrîşa îro de, Fermandarê Hêzên Bejayî yê DAIŞê ku bertpirsê hemû êrişan bûm Wefa Hacî Efxanî li ser destê Hêzên Pêşmerge hat kuştin.”

Wî berpirsê PDKê wiha domand: “DIAŞ hatiye herifandin û tê gotin ku berpirsekî wan yê emnî ji dest çûye û nema karin xwe bigrin.”