11:05:22
Rojava News: Rêxistina DAIŞê bepirsiyariya êrîşa duh ya li Amedê ku di encamê de 2 jê polîs 9 kesan jiyana xwe jidest dabû, li xwe girt.
Li gorî daxuyaniya li ser malpera DAIŞê Amaqê, êrîşa li navçeya Baglarê (Rêzan) ya li hember dibistana polîsan û Navenda Polîsên Teybet, bi otomobîleke bombebarkirî, ji aliyê endamên DAIŞê ve hatiye kirin.
Walîtiya Amedê ragihandibû ku di êrîşê de 9 kesan jiyana xwe jidest daye û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûne.
Herwiha walîtiyê berpirsiyariya êrîşê avêtibû ser PKKê, lê di vê mijarê de PKKê ti daxuyanî nedabûn.
DAIŞê beriya çend rojan tomareke dengî belavkiribû ku dihate gotin ew deng yê xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî ye. Di wê tomara dengî de Bexdadî Tirkiye weke hedef nîşan dida û digot: “Wê derê dagir bikin. Weke çemê xwîn birijênin.”