Print this page

HDPê daxwaza alikariyê ji Barzanî kir!

12:34:58

 

Rojava News: Parlementerên partiya demokrata gelan (HDP) piştî azadbûnê, daxwaz ji Barzanî dikin ku rola ji bo azadkirina hevserokên HDPê bilîze û serkirdeyeke PDKê jî dibêje Barzanî tiştê ji dest wî bê dê bike.

Piştî girtin û desteserkirina hevserok û perlementerên HDPê, parlementerê azadbûyê yê Amedê, Îmam Taşçier di daxuyaniyek de bo BasNews got: ”Bila Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xwedî li HDPê derkeve û rola xwe ji bo serbest bedana hevserok û parlementerên HDP bilîze.

Wî berpirsî berdewamî da û got:” Ez barzanî xwedanê HDPê dizanim herwaha got Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dixwaze êrîşî Rojava jî bike, û Rojava jî pêwîstî bi Barzanî heye û divê Barzanî rola xwe di wê derê de jî hebe û aşkere kir ku em dixwazin kurd li hemû şûnekê yekgirtîbin û di demên tengasiyan de jî pişta hev bigirin.’’

Parlementerê partiya demokratîk a gelan li bajarê Wanê Adem Gewerî, ji BasNewsê re ragihand ku :” Naha alîkarî û rola Barzanî ji bo HDP pêwîste taybet jî di azadkirina hevserok û parlementerên HDP de ji ber şerê bakûr û xirabiya rewşa Tirkiyê bandorî heye li ser aramiya Kurdistana Başûr jî.

Wî parlemanterî amaje bi vê yekê jî kir ku:”Barzanî dikare li gel hikûmeta Tirkiyê ji bo azadkirina hevserok û parlementerên HDPê qise bike û pêşniyar kir ku ji bo başbûna rewşa Kurdistana bakûr, partiya karkerên Kurdistanê (PKK) û partiya demokrata Kurdistanê (PDK) bila nêzî hev bin û li gel yek bicivin.

Cihê gotinê ye ku berî naha jî nûnerên HDPê li Kurdistana başûr de daxwaz ji Barzanî kiribûn ku wek kesayetek siyasî û serok li nav kurdan de rolê xwe hebî herwaha bandorek zêde li ser civaka navdewletî û navçê de ji aliyê niştimanî û netewî heye.