Print this page

Keçeke Kurd Ji ber girtiyên HDPê xwe şewitand

10:02:09

 

Rojava News: Girtina hevserok û parlemenên HDPyî berdewam e ku bibe sedema çalakiyên nerazîbûn reşkirinê. Lê vê carê ji bo heman mebestê çalakiyeke tirsnak encam da. Zehra Eplî, keçeke kurd ku di girtîgeha Gebze de dihate girtin, bedena xwe da ber agir û xwe şewitand. Eplî wê li Tarsûsa Mêrsînê, bi axê bê spartin.

Zehra Eplî, keçeke 24 salî û ji Sasona Batmanê bû. Piştî kutakirina zankoya li Enqere, beşdarî xebatên siyasî dibe. Di dema rûxandina Sûrê de li wir tê girtin û ji wê rojê pê ve li Girtîgeha Tîpa M ya li Gebzeya Kocaeliyê dihate girtin û doza wê berdewam dike.

Tê gotin Zehra, ji bo şermezarkirina girtina HDPyîyan û helwesta li hemberî Bakurê Kurdistanê, di serşoya girtîgehê de agir li bedena xwe dike û dawî li jiyana xwe tîne.

Malbat û komek ji endam û saziyên kurdan jî li vir gihîştin hev û cenaze wergirtin. Ji ber tedbîrên awarte û fişarên asayîşî, cenaze demildest ji Stenbolê hate derkirin.