Print this page

Îran cezayê korkirina girtiyekê Kurd pêk anî!

13:25:25

 

Rojava News: Duh 08.11.2016 cezayê korkirinê li ser zinadaniyekê pêk anîn ev yek jî di demekê deye ku biryare şandek hikûmeta Îranê û YE( Yekîtiya Ewropa) li ser babeta mafê mirovan sibê bi cive.

Li gor rapora malper mafê mirovan(Hengaw) duh danê sibê 08.11.2016 cezayê qisasê kirina girtiyek kurd li Tehranê pêk hat, li gor qisasê divê her du çavên wî zindaniyên bêne kor kirin.

Li gor nûçeyên hikûmeta Îranê(Îsna), navê wî girtiyê kurd, Mihemed reza ye û xelkê bajarê Qorweye li ser parêzgeha Sine ye.

Tometa wî girtiyê kurd ew e ku bi avêtina ehekê(madeyên kimiyayî ku pêkhateya sereke caco3) çavên xwarzaya xwe ku keçek 4 saliyê kore kiriye.