13:42:27
Rojava News: Li bajarê Urmiyeyê yê Kurdistana Îranê di navbera 2 malbatên kurd de şerê çekdarî derket û di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku duh piştî nîvro di navbera du malbatên kurd de şerê çekdarî derket û her du aliyan bi çekên Klaşînkov gulle berdane hev û di encamê de 4 kes birîndar bûne.
Li gorî agahiyên herêmî, birîndar bo nexweşxaneya Îmam Xomêynî ya Urmiyê hatine veguhastin û li wê derê tên dermankirin.
Derbarê sedemên şer de jî, hat diyarkirin ku her du malbatan nakokiyên darayî hebûne û şerê wan jî ji ber sedemên darayî derketiye.
Ji aliyê din ve, şer di navbera du malbatên Fethullah û Senar de û li Taxa Sipah a bajarê Urmiyê çêbûye û malbata Fethullah xelkê gundê Herekiyan û malbata Senar jî xelkê gundê Hêştirak ên ser bi devera Şipîran a bajarê Selmasê ve ne.