3:19:15 PM
RojavaNews: Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump dike, û daxwaz dike ku, alîkariyên xwe bo Kurdan û Hêzên Pêşmerge zêdetir bike.
Derbarê hilbijartina Donalid Trump weke serokê Amerîkayê Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser malpera xwe ya Tiwîterê pîrozbahiyên xwe arasteyî Trump dike û kêfxweşiya xwe nîşan dide.
Barzanî diyar kir ku, ew hêvî dike, Turmp alîkariyên xwe bo Kurd û Hêzên Pêşmerge zêde bike.Herwiha Barzanî da zanîn ku, Kurd hevpeymanê Amerîkayê yê herî çalak û bawerî pê kiriye di şerê li dijî DAIŞê.