Print this page

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Trump kir

10:16:49

 

Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li serokê nû yê Amerîka Donald Trump kir û ragihand, em pêşwazî li serdana serokê nû yê Amerîka bo Herêma Kurdistanê dikin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li serokê nû yê Amerîka Donald Trump kir û ragihand, dema Amerîka di nav hilbijartinên serokatiyê de bû em li Mûsilê û derdora wî bajarî mijûlî şerê terorîstên DAIŞê bûn.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku xelkê Herêma Kurdistanê ji wan gotinên ku Trump di xebatên hilbijartinê de li ser Herêma Kurdistanê û Pêşmerge gotibû, agahdar û kêfxweş bûne û li benda bicîhanîna wê piştevaniyê ne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya peyamê de jî diyar ku ew pêşwazî li serdana serokê nû yê Amerîka bo Herêma Kurdistanê dikin.