Rojava News: Hêza Dijîterora Kurdistanê ragihand, di şerê Başîkê de zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê hatine kuştin ku navên 52 ji wan hatine zanîn.
Hêza Dijîterora Kurdistanê, ku girêdayî Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ye, di daxuyaniyekê de ragihand, di operasyona pqaijkirina bajarokê Başîkê de, ku roja 7 vê mehê bi alîkariya balafirên şer ên hêzên hevpeyman hat kirin, zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku heta niha navên 52 kuştiyên DAIŞê, ku di nav wan serkirde û mezinên DAIŞê jî hene, hatine zanîn.