Print this page

Ezîz Weysî: PKK nahêle pêşmergeyên Rojava vegerin ser xaka xwe

Rojava News: Fermandeyê hêza Zêrevanî ya Pêşmerge lîwa Ezîz Weysî ragehand ku PKK rê nade pêşmergeyên Rojava derbasî Kurdistana Rojava bibin.

Pêşmergeyên Rojava ku bi navê “Leşgerên Roj” tên nasîn û beşdarî operesyona rizgarkrina bajarokê Başîkê bûn, dibêjin ku, ew li benda her biryarekê ne da ku derbasî Rojava bibin û wê navçeyê biparêzin.

Fermandeyê hêza Zêrevanî ya Pêşmerge Ezîz Weysî derheqê vê mijarê de ji K24ê re ragehand ku PYD darê destê PKKê ye û got, PKK rê nade pêşmergeyên Rojava vegrin ser xaka xwe.

Bi hezaran pêşmergeyên Rojava li Kurdistana Başûr hene, hemû ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve hatine perwerdekirin.