Rojava News: Ji ber şerê li rojavayê Mûsilê û danîna pilana wî şerî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tevlî Foruma Aborî ya Cîhanê li Davosê nebû.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hisên ragihand ku Barzanî ji ber ku pilana şerê rojavayê Mûsilê daniye, tevlî Foruma Davosê nebû.
Fûad Hisên ku bi nûneratiya serokatiya Herêma Kurdistanê li Davosê ye, got ku Barzanî dixwest berî çend rojan pilana êrişa kontrolkirina navçeyên rojava û rojhilatê Mûsilê bi cî were, lê keş û hewa rêgirî li pêkanîna pilanê wî kir.
Fûad Hisên herwiha got, lewra Barzanî ji ber şerê pêşmerge li dijî rêxistina DAIŞê beşdariya xwe ya Foruma Davosê betal kir.
Duh hêzên pêşmergeyên Kurdistanê êrîşeke berfereh li dijî çekdarên DAIŞê li rojava û rojhilatê Mûsilê pêk anîn û di encam de 2 bajarok û çend gund kontrol kirin û DAIŞê bi dehan cenazeyên çekdarên xwe li paş xwe hiştin.