13:03:37
Rojava News: Zarokeke yaksalî ji penaberên Mûsilê, li ser sînorê Iraq û Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe jidest da.
Li gorî çavkaniyeke xwecihî ji dergehê sînorî yê Ricim Silêbî, li ser sînorê Iraq û Rojavayê Kurdistanê, keçeke ıraqî ku temenê wê yek sal bû, bi sedema serma û nexweşiyê, li ser sînor jiyana xwe jidest da.
Keça bi navê Muna Mihemed Elhettab, ligel malbata xwe gelek zehmetî û azar li wan navçeyên sînorî dîtin, êdî ji ber sermê û nebûna pêdiviyên girîng ji çadir, betanî, cilûberg, xwarin û dermanan nexweşî belav bû.
Bi gotina heman çavkaniya xwecihî, di encama vê rewşa zehmet de, gelek zarok nexweş ketine, ji wan jî Munaya yeksalî, ku jiyana xwe jidest da û li bajarokê Holê yê ser bi Hesekê hate veşartin.
Berî Mûna jî zarokeke din a Iraqî bi navê Welaa Ehmed roja 30ê Cotmehê jiyana xwe jidest dabû.
Ji destpêka ragihandina Operasyona Kontrolkirina Mûsilê ve, ku 17ê Cotmeha bûrî bû, bi hezaran kesên xelkê Mûsil û derdora wê koçberî ser sînorê Iraq û Rojavayê Kurdistanê bûn. Ew koçber di rewşeke mirovî ya zehmet de dijîn.