Print this page

Dihok...4 Pêşmergeyên Roj şehîd bûn

5:32:21 PM

RojavaNews: Çar pêşmergeyên rojavayê kurdistanê tevlî karwanên şehîdan li herêma kurdistan bûn .

Îro di bûyereke hat û çunê de çar pêşmergeyên rojavayê kurdistanê yên bi navê mulazim Sîpan Yusif  S'dûn , mulazm  Mewlûd Riyad Ehmed,  mulazm Etûf Tahir û pêşmerge kamîran Hiso, di dema ku ji erkê xwe dihatin li nêzîkî bendava mûsil brîndarbûn û hatin veguhestin ji bo nexweşxaneya hewarçûnê li bajarê Dihukê , lê ji ber giranya birînên wan ew di nexweşxaneyê de şehîd ketin .

Pêşmergeyên rojavayê kurdistanê di adar  2012 ve li herêma kurdistanê hatine damezrandin û, di her operasîyonekî li herêma kurdistanê li dijî DAIŞ de beşdarbûn û, wê b şehîdbûna van her çar pêşmergeyan hijmara şehîdên leşkerê roj gehiştin 44 şehîdî .