5:46:42 PM
RojavaNews: Çekdarên PYD keçeke jêr hijde salî li bajarê Amûdê yê rojavayê kurdistanê revandin û tevlî refên xwe kirin .
Li gor agahiyan ku eve sê mehin çekdarên PYD keça 16 salî ya bi navê Êvîn Şrîf ji mala wê revandine û, tevlî refên xwe kirine .
Li gor heman agahiyan ku eve sê mehin malbata Êvîn tu zanyarî li ser keça xwe ya şazde salî wernegirtine û ta niha PYD ihtîraf nekiriye ku ewan keça wan revandiye .
Niha malbata Êvîn bang dike ku, keça wa serbest were berdan ta bi hevlê xwe re xwendina xwe berdewam bike .
Ev ne cara yekê ye ku çekdarên PYD zarokên temen piçûk tevlî refên xwe dikin ku, niha bi dehan zarok di nava wan de hene û di berên herî pêş yên şer dene .