Print this page

Çîroka Amûda şewtî

3:03:24 PM

RojavaNews: Îro salvegera şewata sînma Amûdê ya ko di sala  1960 an de di rojeke weke îro  283 zarokên Amûdê bê tawan ku temenê wan di navbera 6 û 15  salî bûne qurbanî .

Di roja 13 . 11 . 1960 an de  birêveberên dibistanan ji bo danheva alîkariyê jibo şoreşa cezarê berê zarokên Amûdê dan sînema şehrezad jibo temaşekirina fîlmekî tirsînak ku mezin nikarn temaşebikin û, tevî ku sînema tenê cihê 250 kesî têde hebû nêzkî 300 zarokî di wê sînemê hatin komkirin ji bilî nêzkî  150 zarok bi qaçaxî derbasbibun wê sînema ku bi text û poş û axa şermola hatbû diristikrin .

Di wê êvara  nexweş de ku, dema rojavaya rojê bû ew sînema li jiyekî ji zarokên Amudê bû dujeh û fîlmê ku madeya TNT ji keristên dirustkirina wî bu di yek rojê de sê caran hat bikaranîn ku, metirsiya şewatê tekez kir lê birîveberê navçeya Amûdê dixwest peran bi her awayekî bide hev û metirsiya şewata sînemê paşguh kir û, tevî ku agir dest pêkir di nav sînemê de lê mamostên wan zarokan yên ku bêtiriya wan Erbê Misrê bûn amadenebûn serbriştiyê li zarokên ku hatin hajotin bo qedera xwe bikin û zarokan bitenê rubrwê agir hiştin hejmark şewtîn ji ava otombîla embulansê ya ku  dereng bi hewara sînema şewtî ve hat kelyan û, hinek zarok dema xwe ji tirsa agir di pencera re havîtin di bîrê werbûn û mirin û henkî dî jiber domanê dûmana agir bihna xwe ya dawî ji dest dan

Ji lehengên ku di wê rojê de bi mêran li gel wê bûyerê dan û standin kirin, şehîd Mihemed Se'îd axa deqorî bû ku, çend carekî derbasî nava agirê sînemê dibu û komek zarok rêzgar dikirin, û cara dawî dergehê sînema şewtî biser de herfî û navê Amûdê ji bo wî bû Amûda bavê Mihemd herweha jina binavê Ferîda dayka nivîskar dîlawerê zengî hijmarek zarok rêzgarkrin ..

 

 

Piştî şewata sînema Amûdê dema ku, xelkê bajar çaverêbûn  meytê xwenas bikin çend perçên zarokan dinav xweliya sîmnemê de mabûn seryek bû ling bûn dest bûn û jiber ku otomubîl di wê wextê zor nebûn ew perçana li ser Erba Sofî Elî yê mêw firoş kirin Sofî Elî kalê hejar ji êşa dilê xwe bang dikir werin be'canê reş .

 bihna braştina goşt  li sîmana Amûdê belav bû û dengê hewarê ji her malekê dihat û berê roja sibheke nû li ser Amûdiya derkeve  jiyek btemametî ji zarokên Amûdê di xaka goristana şermola de bin ax bibun

Tevî derbasbûna salên hîn çîrokên sînemê ji jiyên nû re tên vegêran û hîn navê Amûdê Amûda bavê Mihmede Amûda şewtî.

Şêrîn Ehmed Gêlo