Print this page

Sê şehîdên Pêşmerge bi rêwresmekê bo Rojava hatin veguhastin

 

23:20:13

Rojava News: Çar Pêşmergeyên Rojava ku di rûdaneka hatinûçûnê de li nêzîkî bendava Mûsilê de şehîd bûbûn, cenazeya yekî ji wan li Dihokê hate veşartin û cenazeyên sê yên din bo Rojavayê Kurdistanê hatin veguhestin.

 

Duh, otombîleke Pêşmergeyên Rojava ”Leşkerên Roj” li nêzîkî gundê Til Edis li nêzîkî bendava Mûsilê rastî bûyereke trafîkê hatin, di encamê de 4 Pêşmerge şehîd bûn.

 

Di rêwresmeke  leşkerî de li xala  Pêşabûrê,  leşkerên Roj û hejmareke xelkê Rojava cenazeya  her sê şehîdên Pêşmerge yên  Leşkerê Roj Mulazim Yekem Sîpan Yûsif Sîno Mulazim Etûf Tahir, Mulazim Mewlûd Riyad Ehmed, bo Rojavayê Kurdistanê hatin birêkirin.