23:39:05
Rojava News: Îro rêbendeke asayişa Efrînê li gundê Xezewiyê ji aliyê firokeyine nenas ve hate armanckirin, di encamê de heta niha 9 kes şehîd bûn û zêdetirî 50 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor nuçeua K24ê, îro danê sibê rêbendeke asayişa Efrînê li gundê Xezewiyê bi 30 mûşekan ji aliyê firokeyine nenas ve hate armanckirin, di encamê de 4 endamên asayişa Efrînê û 5 welatiyên sivîl şehîd bûn.
Li gor zanyariyan: zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûne, ku piraniya wan kesên ku penaberî Efrîn dibûn, bûn û bo nexweşxaneyên Avrîn û Qenber hatin veguhastin.
Di encama bombebaranê de gelek otombîl û 2 barhilgirên barkirî jî hatin şewitandin.
Herweha; 2 mûşekên “Ballistic” yên Rûsî ku nehatibûn teqandin, li nava daristanên nêzîkî gundê Xezewiyê hatin dîtin.
Li ser zarên bînerên ji gundê Xezewiyê ku bi çavan dîtin ku, firokeyên şer ji aliyê başûrê gund ve hatin, ev yek jî tê wateya ku egereke mezin hebe, ew firokeyên êrîşker, yên rêjîma Sûriyê bin.
Herwiha di heman dema bombebaranê de, firokeyên rêjîma Sûriyê li asmana bajarokê Darit Ezê yak u 10 k.m dikeve başûrê gundê Xezewiyê, difiriyan.