Print this page

ENKS: Bila PYD rê bide pêşmerge derbasî Rojava bibin

10:57:20

 

Rojava News Encumena Xwecehî ya ENKSê li bajarê Efrînê derbarê bombebarankirina navendên Asayişê û YPGê de daxuyaniyek derxist.

Şaxeya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Efrînê ragihand, ku 2 firokeyên nenas li ber deriyê gundê Xezawiyê û 2 navendên din li derdora wê êrîşî xaleke gomrikê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kirin û di encamê de komkujiyek pêk hat.

ENKSa Efrînê got, di encama êrişê de 10 keş şehîd bûn û 8 kes jî birîndar bûn, ku piraniya wan xelkê sivîl bûn û ji ber şerê di navbera rêjîm û hêzên opozisyonê li Daret Ize û derdora wê reviyabûn.

Li gorî daxuyaniyê, êrîşên Tirkiyê jî li herêma Efrînê berdewam in û têde gundên li ser sînor bi çekên giran dibin armanca Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê.

Li gorî ku ENKS dibêje, deshilata PYDê jî guvaşeke zêde li ser xelkê herêmê çêkiriye û Efrîn kiriye navendeke leşkerî.

Encumena Xwecewhî ya ENKSê li Efrînê herwiha êrîşên Tirkiyê bo ser Efrînê û deverên derdora wê şermezar kir.

ENKSa Efrînê herweha ji PYDê jî xwest, siyaseta xwe li hember kurdan biguherîne û rê bide Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê derbas bibin, girtiyên siyasî yekser berde û vegere nav rêza neteweyî ya kurdî.