12:08:41
Rojava News: Piştî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan berî demekê bi şexsiyêtên navdar û rihspî yên herêma kurdan re civîn li dar xistin.
Niha jî hat îdîakirin ku hikûmetê ji bo bervêderiyê (mûxetabiyê) ji kurdan lîsteyeke 380 kesî amade kiriye.
Piştî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan berî demekê bi şexsiyêtên navdar û rihspî yên herêma kurdan re civîn li dar xistin.
Niha jî hat îdîakirin ku hikûmetê ji bo çareseriya pirsgirêkan ku bi awayekî rêk û pêk bikaribin hevdîtinan bikin ji kurdan lîsteyeke 380 kesî amade kiriye.
Hikûmet, piştî girtina Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, parlamenter û sazî û dezgehan, niha jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li mûxetabên din digere.
Li gorî nûçeya Nuray Babacana rojnameya Hurriyetê ku ji kulîsên Enqereyê bidest xistine, Hikûmetê li herêma kurdan malbatên bi hêz, serokên olî, rihspî, sazî û dezgehên ku ji pirsgirêkên herêmê re eleqedar û ji kesên ku pirsgirêka wî yekbûna welat re tuneye lîsteyek amade kiriye.
Hikûmet ji bo pirsgirêka çareseriya gelê herêmê û ji bo di navbera herêm û hikûmetê de bibin wekî pirê mekanîzmayeke nû ava dike û ji bo amadehiyên vê civîn li ser civînan dike.
Lijneya Rêvebir a Navendî ya AKPê (MYK) herdu civînên xwe yên dawî ji vê mijarê re veqetandin. Encama civîna Serokomar Erdogan a 27ê Cotmehê ku bi rihspî û navdarên herêmê re kiribû di MYKê de hat nirxandin.
Di encama lêkolînê de ji herêmê malbatên bi hêz, serokên olî, rihspî, sazî û dezgehên ku bi pirsgirêkên herêmê re eleqedar û hem jî tu pirsgirêka wan bi yekbûna welat re tunebe lîsteyek hat amadekirin.
Malbatên ku wê vê rolê bigrin ser xwe ne ji bo tekoşîna bi rêxistinê re wê ji bo diyalogê rol bigirin."