23:04:45
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand,hewandina koçberan nirx û rûmeta gelê Kurdistanê ye.
Îro li Pîrmamê, Serok Barzanî pêşwazî li alîkarê serokomarê Iraqê Usame Nucêfî û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, şanda mêvan pîrozbahî li Barzanî û Pêşmerge kir ji ber serkeftinên Pêşmerge di şerê DAIŞê bi taybet operasyona Mûsilê de û ragihand, eger serokatiya hekîmane ya Barzanî nebûya, DAIŞ bi wê hêza xwe nedişkest û metirsiya wî ji holê ranedibû. Bo qonaxa piştî DAIŞê jî em li benda rola girîng û pêşengtiya wî ne.
Şanda mêvan her wiha spasiya hikûmet û gelê Kurdistanê kir ku ewqas koçber û kesên ji ber şer reviyane Kurdistanê, hewandine.
Li hember de Barzanî diyar kir ku hewandina koçberan pêwîstî bi spasiyê nake çimkî hewandina koçberan, nirx û rûmeta gelê Kurdistanê nîşan dide.
Barzanî behsa qonaxa piştî azadkirina Mûsilê jî kir û got, me çend caran daxwaz kiriye bo qonaxa piştî azadkirina Mûsilê rêkeftinek siyasî hebe da ku ti kêşeyek dernekeve. Niha jî dereng nîne, em hêvîdar in rêkeftinek û hemahengî di qonaxa piştî DAIŞê de hebe.