Print this page

Çekdarên PYD berdewame di girtina ciwanan de

3:23:17 PM

RojavaNews: Îro roja Sêşemê 15 . 11. 2016  polîsên leşkerî yên bi ser PYD ve êrîşî gundê Aliya ya ku , di keve rojhilatî bajarê Dirbêsiyê kirin.

Li gor agahiyan ku, polîsên leşkerî yên bi ser PYD ve , bi pênc otombîlan  êrîşî gundê Aliya kiarin , û 5 ciwan girtin bi buhaneya leşkeriya neçar.

Tê zanîn ku di 13 . 11 . 2016 an de PYD hijmarek endam û alîgirên PDK-S ji gundê Dêrona Axê girtin û hîn çarenivîs wan ne diyare.