Print this page

Barzanî: Hema hema tevahiya axa Başûr di kontrola pêşmerge de ye

22:35:46

 

Rojava News:  Barzanî ragihand, ku hema hema tevahiya axa Başûrê Kurdistanê ji destê DAIŞê hatiye derxistin û ji çekdarên wê rêxistinê hatiye paqijkirin.

Serokê Herêma Kuridstanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Kurdistanê Mesûd Barzanî îro (16.11.2016) li navçeya Başîkê ligel fermandarên pêşmerge civînek pêk anî û got: “Niha li Başîkê ew wêneya ku me dixwest bibînin, dibînin. Hemû pêkhateyên herêmê dîsa dê li van axan di nava aştiyê de bijîn.”

Mesûd Barzanî herwiha di destpêka axavtina xwe de spasiya Hêzên Pêşmerge kir, ku bi xwîna xwe axa Kurdistanê ji DAIŞê parastine.

Barzanî herwiha got: “Heta terorîst li Mûsilê bin, Herêma Kurdistanê di bin gefê de dibe, ji ber wê jî beşdariya pêşmerge di vî şerî de giring e.”

Barzanî amaje bi hebûna Kurdan li nav bajarê Mûsilê kir û wiha axivî:

Berî DAIŞê, nêzîkî 300 hezar kurd li Mûsilê dijiyan, em dê çawan pişta xwe bidin wan.

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, ku pêşmerge bi ti awayî ji wan herêmên ku di çarçoveya operasyona Mûsilê de hatine rizgarkirin, venekişe.

Mesûd Barzanî li ser wê yekê da zanîn, ku li wan navçeyan dê hêzên xwecihî parastina xwe bikin û Hêzên Pêşmerge jî piştgiriyê bide wan.