03:10:16
Rojava News: Asayişa bi ser PYDê, ku doh li Amûdê avêtibû ser radîoyeke Kurdî û çar karmendên wê jî desteser kiribû, piştî çend demijimêran ew karmend serbest berdan.
Li gor nuçeya K24ê, îro danê êvarê asayîşa bajêr her çar karmendên radîyoya “Amûde FM” û Ava Xano, Nûşîn Ehmed, Pêşeng Xanê û Sîpan Hac Qasim piştî çend demjimêran ji girtinê, serbest berdan.
Asayişa Amûdê ya girêdayî bi PYDê ku doh piştî nîvro bi ser radioya Amûde FM girtibû û 4 karmendên binçav kiribû, bi danê êvarê re jî serbest berdan.
Radîyaya “Amûde FM” ku bi ser Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) ve ye, ji 10 Tebaxa 2015an ve dest bi weşanê kiriye û nûçeyên rengereng bi zimanê Kurdî diweşîne.