Rojava News: Li bajarê Şirnexê ku ji ber şer û pevçûnan wêran bûye, gelek tax, sûk, kuçe û kolan êdî tune ne. Li bajêr 14 hezar û 727 xanî hebûne û niha piraniya van xaniyan êdî tune ne. Serokê Baroya Şirnexê Noşîrevan Elçî jî ji bo Şirnexê banga alikariye kir.
Noşîrvan Elçî dibêje bajar ji 3an 2 bi temamî hatiye hilweşandin û ji bo avakirina bajarî pêdivî bi planeke lezgîn a avadankirinê heye.
Herwiha Noşîrevan Elçî dibeje ku zirara Şirnexê gelekî mezin e û wiha dibêje: "Tu li ku binêrî ji 3yan 2yê Şirnexê xira bûye. Em dibêjin îro Şirnex bi quweta xwe nikare xwe ava bike. Divê hikûmeta Enqereyê planeke lezgîn çêbike û alîkariya xelkê bike.
ji aliyê din ve, sazî û dezgehên sivîl ên li Şirnexê jî amadekariyan dikin ku ji bo avakirina Şirnexê bi hikûmetê re hevdîtinan pêk bînin. Ew dixwazin dewlet bi plansazî û budçeyeke baş Şirnexê ava bike. Nûnerên sazî û dezgehên sivîl ên Şirnexê ji bo avakirina bajarê xwe, li rêyên çareseriyê digerin.
Ji bo jinûveavakirina bajêr wisa diyar e ku dê serdanên bo Enqereyê di rojên pêş de zêde bibin.