Print this page

Li Şaredariya Sêrt û Mêrdînê qeyûm hatin tayînkirin

11:54:48

 

Rojava News: Hat ragihandin ku Wezareta Navxweyî ya Tirkiyêyê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ji kar dûr xist û li şûna wî qeyûm tayîn kir.

Hat ragihandin ku Wezareta Navxweyî ya Tirkiyêyê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ji kar dûr xist û li şûna wî qeyûm tayîn kir.

Li gorî zanyariyên berdest, Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê bi ragihandineke fermî eşkere kir ku Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Hevserokê Şaredariya Sêrtê Tuncer Bakirhan ku duhî hatibû binçavkirin, ji wezîfeyê hatine dûrxistin. Li gorî biryara Wezareta Navxweyî Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman bûye qeyûmê nû yê Şaredariya Bajarê Mêzîn ê Mêrdînê.

Herwiha Waliyê Sêrtê Cuyhun Dilşad Taşkin jî bûye qeyûmê Şaredariya Sêrtê. Hevserokê Şaredariya Sêrtê Tuncer Bakirhan duhî ji terefê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî binçavkirinê Bakirhan hat girtin.

Derheqê Ahmet Turk de jî beriya niha bi 6 tawanên cuda doz hatibû vekirin.