Rojava News: Serokê ENKSê Ibrahîm Biro ragihand, dîplomatê amerîkî Peter Galbraith berî ku serdana Rojavayê Kurdistanê bike, li Hewlêrê bi wî re civiyaye û jê re gotiye, eger hin guhertin çê nebin, Rojava di xetereke mezin de ye.
20ê yekşemê Mijdara 2016ê, şandeke hevbeş a Amerîka û Fransayê ku ji Wezîrê Berê yê Derve yê Fransa Bernard Kouchner û diplomat û Balyozê Berê yê Amerîka li Kurwatiya Peter Galbraith pêk haibû, bi rêya Başûrê Kurdistanê re serdana Rojavayê Kurdistanê kir.
Bo nirxandina vê serdana giring a 2 siyasetmedarên mezin ên amerîkî û fransî bo Rojavayê Kurdistanê, Serokê Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro beşdarî bultena nûçeyan a saet 19:00ê ya televizyona Rûdawê bû û derbarê vê serdanê de nêrîna xwe anî ziman.
Ibrahîm Biro got, ku serdana şanda hevbeş a Amerîka û Fransayê bo Rojavayê Kurdistanê bo pêkanîna hin guhertinan û navbeynakrî di navbera aliyên kurdî de ye.
Biro herwiha got, ew ne cara yekem e ku ew siyasetmedar û dîplomatên din aliyên kurdî dibînin û derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin, belku çend carên din jî serdan û hevdîtinên wisa pêk anîne.
Li ser pirsyara, serdana her du siyasetmedarên amerîkî û ewropî û hevdîtinên wan bi rayedarên TEV-DEM û Rêveberiya Xweser re tê çi wateyê, Ibrahîm biro wiha axivî:
“Berî çend rojan, 15ê vê mehê li Hewlêrê min bi xwe hevdîtinek bi Galbraith re pêk anî. Ew hewl didin di navbera aliyên kurdî de lihevhatinek û nêzîkbûnek çê bibe. Li ser vê nêrînê bû ku rewş ber bi nebaşbûnê ve diçe.”
Serokê ENKSê destnîşan kir: “Dema ku Trump di meha 1ê ya sala dahatî de serokatiya Amerîakyê bigire dest, dibe ku Washington û Moskow pitir nêzîkî hev bibin, an jî nêzîkbûnek di navbera Tirkiyê û Sûriyê de çê bibe. Xeterek li ser herêma kurdî heye. Bi taybet jî ku niha hin destkevt li Rojavayê Kurdistanê di destê PYDê de ne.”
Li ser pirsyara, ‘aya ew her du siyasetmedar agahdarê arîşeyên navbera aliyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ne yan na’, Ibrahîm Biro ragihand, ew agahdarê arîşeyên ENKSê û PYDê yên li Rojavayê Kurdistanê ne, bi taybet êrişên ser gundan, girtina serkirdeyên ENKSê û partiyên wê û girtina xortan.
Biro tekez kir, ku ew siyasetmedar û dîplomatên amerîkî û fransî li hember wê rewşa ku li Rojavayê Kurdistanê heye, nerazî bûn.
Li ser pirsyara, ‘we çi zanayrî li ser acendaya çûna Kouchner û Galbraith bo Rojavayê Kurdistanê heye û aya ew ji bo navbeynkariyê çûne an bo agahdarbûna rewşê ji nêzîk ve’, Biro da zanîn, berî serdan pêk were, Peter Galbraith daxwaza dîtina wî kiriye û li ser vê daxwazê hevdîtin di navbera wan de pêk hatiye.
Biro wiha berdewam kir: “Metirsiyek heye li ser herêma kurdî. Daxawzek wisa heye ku navbeynakariyê di navbera aliyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de bikin. Nêrînên me xwastin û me jî nêrîna xwe bi zelalî gotin. Me got, çê nabe ku serkirdeyên me di nava girtîgehan de bin û daxwaza rûniştin û gotûbêjan bikin.”
Di berdewamiya axavtina xwe de, Serokê ENKSê behsa rêkevtinên berê yên navbera ENKSê û PYDê kir û got, PYD kesên ku xwediyê biryarê nînin, dişîne danûstandin û daxwaz kir, ku PYD wan kesan bişîne danûstandinan ku xwedî biryar bin.
Ibrahîm Biro wiha axivî: “Me 3 rêkevtin bi wan re kirin. Kesên ku me bi wan re rêkevtin dikirin, ne xwedî biryar bûn…, Em dixwazin ku PYD hin kesan bişîne danûstandinan, ku xwedî biryar bin, lê em wan nas nakin ka ew kî ne.”
Biro bo pêkhatina lihevhatineke nû di navbera ENKSê û PYDê de jî mercê xwe aşkere kir û tekez kir: “Mercê me yê bingehîn şirîkatiya leşkerî ye û dive hêzên Pêşmergeyên Rojava derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.”
Li ser encama serdana dîplomatên amerîkî û fransî bo Rojavayê Kurdistanê de jî, wî serkirdeyê ENKSê diyar kir, ku wan berî serdanê ew kes li Hewlêrê dîtine û dibe ku piştî vegera ji Rojava, careke din jî bikarin hev bibînin.
Di d awiya axavtinên xwe de, Ibrahîm Biro ragihand, dîplomatê amerîkî Peter Galbraith bi aşkere û zelalî ji min re got: “Piştî şerê Reqayî dê pêwîstiya Amerîkayê bi YPGê û PYDê namîne û dê rewşek xeter çê bibe.”